Fîlîz Bûlûttekîn û 25 jin li Diyarbekirê hat binçavkirin
Diyarbekir (K24) – Hevseroka şaredariya Sûrê Ya Berê Fîlîz Bûlûttekîn ji aliyê hêzên asayîşa Diyarbekir ve ji mala xwe hat binçavkirin. Hat ragihandin ku danê sibê hêzên asayîşê avêtine ser mala Fîlîz Bûlûttekîn û ew binçav kirine.
Hevseroka Berê ya Şaredariya Sûr a Diyarbekirê Fîlîz Bûlûttekîn a ku şûna wê qeyum hatibû tayînkirin li Diyarbekirê ji aliyê hêzên asayîşa Diyarbekir ve hat binçavkirin.
Hêzên Asayîşa Diyarbekir dane sibê avêtin ser mala Fîlîz Bûlûttekîn û ew xistin binçav.
Li gorî zanyariyên dawîn Fîlîz Bûlûttekîn ji aliyê hêzên asayîşê ve pêşî bo nexşwexaneyê hatiye birin û paşê jî bo beşa dijeterorê hartiye veguhestin û li benda wergirtina îfadeyê ye.
Hat zanîn ku ji bilî Fîlîz Buluttekîn gelek jinên din jî hatine binçavkirin ku di nava wan de Seroka Komeleya Jinê Ya Rosa Adalet Kaya, Rêvebera Komeleya Jinê Ya Rosa Nevîn Oyman, Endama Komeleya Jinê Ya Rosa Fatma Gultekîn jî heye. Hat ragihandin ku polîsan avêtine ser 29 navnîşanan û 25 jin hatine binçavkirin.
Di 20ê Berfanbara Sala 2019an de Wezareta Karên Navxweyî Ya Tirkiyeyê ji dêvla Fîlîz Bûlûttekîn a Hevseroka Sûr a Diyarbekirê bû qeyyum tayin kiribû.