Hereketa Azadî: Em şehîdên Helebceyê bi rehmet bi bîr tînin

Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê li ser komkujiya Helebceyê peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Hereketa Azadî di salvegera 34emîn a kîmyabarana Helebceyê de peyamek belav kir û ragihand: “Bi munasebeta salvegera 34. Komkujiya Helebçeyê em di serî de şehîdên Helebçeyê ku ji bo azadî û mafên gelê Kurdistanê canê xwe dan, hemû şehîdên bo maf, dad û azadiyê canê xwe dane bi rehmet bi bîr tînin; ji bo komkujiyên weha pêk neyên em dibêjin azadiya gelê Kurdistanê ferz e.”

Peyama Hereketa Azadî wiha ye:

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

Roja 16ê Adara 1988ê, bi gazên kîmyewî êrîş bi ser bajarê Başûrê Kurdistanê Helebçeyê de hate kirin û bi hezaran Kurdistanî şehîd ketin.

Gel û erdê Kurdistanê piştî şerê yekem û şerê duyem ê dabeşkirina axa cîhanê ji mafên xwe bêpar hatin hiştin û ji wijdan û bextê dewletên cîranê Kurdistanê re hate hiştin. Ev rewş ji bo alema mirovahiyê şermeke mezin e û her weha ji ber ku ev dewletên Kurdistan dagir kirin tev bi navê “Welatên Îslamê” têne nasîn, ev yek ji bo Alema Îslamê jî şermeke giran e.

Di vê sedsala dawîn de; gelê Kurdistanê ji maf û azadiyên esasî bêpar hate hiştin û li ber çavên sîstema navneteweyî gelek neheqî û zilm li gelê kurd hate kirin. Koçgirî, di encama serhildana 1925 ya Şêx Seîd de komkujî pêk hatin, di encama serhildana Agirî de li geliyê Zîlan reşkujiyeke mezin pêk hat û salên 1937-38ê komkujiya Dersîmê bi destê rejîmê hate kirin.

Li rojhilatê Kurdistanê komara Mehabadê bi destê rejîma Îranê hate hilweşandin, dema dagirkeriya Îraqê li Başûr bi destê rejîma Beesê komkujiya Enfal û Helebçeyê hatin kirin, li Rojava jî 2004ê rejîma Beesê komkujiya Qamişlo pêk anî û herî dawî jî xeleka komkujiyan li Robozkê xwe nîşan da. Birîna van reşkujiyan hêj di hişê gelê Kurdistanê de taze û germ e.

Komkujiya Helebçeyê, êrîşeke bes ya rejîma Bees a nijadperest û dagirker nebû. Ew, tenê xelekek ji rêzekomkujiyên bi navê “Operasyona Enfalê” ye. Komkujiya Helebçeyê bi plan hatiye kirin û li gorî armancekê hatiye pêkanîn. Armanca rejîma Beesê ew bû ku gelê Kurd ji ser axa xwe ya qedîm dûr bike û qira wî bîne. Gava mirov bi vî awayî lê dinêre, dibîne ku ev êrîş li dijî gelê Kurd nijadkujiyek e!

Rejîma Beesê, armanca bişaftin û ji warê xwe derxistina Kurdan bi navê “Operasyona Enfalê’’ pêk anî. Di wextê Enfalê de 4.500 gund hatin wêran û kavilkirin, 182 hezar mirov hatin kuştin. Xeleka dawîn a vê komkujiyê 16ê Adara 1988ê li bajarê Helebçeyê bi bombebarana gazên kîmyewî piranî jê zar û zêç, jin û pîr û kal 6.357 kes bi fermana zalim Sedam Huseyn hatin kuştin û 14.765 kes jî di encama vê wehşetê de bi giranî birîndar bûn.

Bandora komkujiyê piştî vê derba giran jî berdewam kir û 43.753 kes hatin kuştin û 61.200 kes jî ji ber êrîşa kîmyewî seqet man. Yek jê trajediya herî mezin a cîhanê ya mirovahiyê ye. Ligel vê yekê sîstema navneteweyî, NY, Rêxistina Cîhanî ya Îslamê, Yekitiya Ereban ji bo pêşilkirina mafên esasî yên gelê Kurdistanê dengê xwe nekirin û li hemberî komkujiyên li kurdan hatin kirin jî kerr û lal bûn. Tenê îstîsnaya vê yekê, bi salan piştî komkujiya li Başûrê Kurdistanê ev herêm weke herêma ewle hate ragihandin. Ji ber vê pêkanînê, gelê Başûr di warê xwerêvebirinê de qonaxa baş li pey xwe kudand û Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber vê ye û li ber e ku bibe herêmeke herî aram ya Rojhilata Navîn.

Ev jî nîşan dide ku mafê xwerêvebirinê ji gelê Kurdistanê yê li Sûriye, Tirkiye û Îranê re jî neyê astengkirin hem îstiqrar dê were Kurdistanê hem jî hemû Rojhilata Navîn. Tu pirsgirêka gelê Kurdistanê bi gelên cîran re tune ye. Lê belê di encama pêkanîn û siyaseta neadil û zordest a dewletên ku Kurdistan dagir kirine hem nexweşiyê dide gelê Kurd hem jî gelên cîranê wan, bêîstiqrariya Rojhilata Navîn gihîştiye wê astê ku li ser aştiya cîhanê weke ewrekî tarî yê gef û gurê ye.

Bi munasebeta salvegera 34. Komkujiya Helebçeyê em di serî de şehîdên Helebçeyê ku ji bo azadî û mafên gelê Kurdistanê canê xwe dan, hemû şehîdên bo maf, dad û azadiyê canê xwe dane bi rehmet bi bîr tînin; ji bo komkujiyên weha pêk neyên em dibêjin azadiya gelê Kurdistanê ferz e. Her weha xwerêvebirin mafê herî însanî, milî û Îslamî yê gelê Kurd e û bo rêgirtina li komkujiyên weha jî çareya herî rast û durist e.

Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa Azadî

16.03.2022