Li Herêma Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 88 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 88 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 88 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 43 kes li Hewlêrê, 31 kes li Silêmaniyê, 12 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê,1 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 478 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 101 kes li Hewlêrê, 205 kes li Silêmaniyê, 151 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 435403
Mirin: 7414
Başbûn: 425275