Berpirsê Dîskê Erebî û Iraqî yê Kurdistan24ê canê xwe ji dest da

Berpirsê Dîskê Erebî û Iraqî yê Kurdistan24ê Farûq Mihemed di bûyereke çûnhatinê (trafîkê) de canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Dîskê Erebî û Iraqî yê Kurdistan24ê Farûq Mihemed ji ber bûyereke çûnhatinê (trafîkê) de, îro canê xwe ji dest da.

Farûq Mihemed roja 5/3/2022an li ser riya Koye – Ranya rastî bûyereke çûnûhatinê bû, piştî 12 rojan li nexweşxaneyên Hewlêrê di bin çavdêriya hûr de bû, îro  canê xwe ji dest da.

Hevkarê me Farûq Mihemed sala 1976an ji dayik bûye û ji sala 2015an ve li Kurdistan24ê kar dike û Berpirsê Dîskê Erebî û Iraqî ya Kurdistan24ê ye. Farûq Mihemed pêştir jî li çendîn saziyên medyayî kar kiribû û kesekî dilsoz bû û bi pîşeyane kar li ser nûçe û bûyeran dikir.

Kurdistan24 hevxemî û sersaxiya xwe arasteyî malbata Farûq Mihemed dike û diyar dike ku jidestdana wî, valahiyeke mezin di dilê karmendên Kurdistan24ê de dirust dike.