ÎHD operasyonên li dijî aktivîstên jin şermezar dike

Diyarbekir (K24) – Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê Eren Keskîn, hat Diyarbekirê û ji bo 24 jinên aktivîst ku di 16’ê Adarê de, bi operasyonekî hatibûn desteserkirin daxuyaniyekî belav kir.

Eren Keskîn daxuyandm ew wek ÎHD operasyonên li ser aktivîstên jin qebûl nakin û desteserkirina 24 jinan li Diyarbekirê jî şermezar dikin.

Keskîn anî ziman ku helwesta dewlet û hikumeta Tirkiyeyê bi betalkirina peyamana Stenbolê re aşkere bûye û bal  kişand ku rojek berê jî mêrekî ku li ber zarokê xwe li ser kolanê tundî li jina xwe kiribû serbest hatiye berdan.

Seroka ÎHD’ê, bang û daxwaz kir ku jinên desterkirî demildest serbest bên berdan.

Di 16’ê Adarê de, 3 ji wan rêvebirên Komeleya Rosa, li ser 24 aktivîstên jin operasyonêkî pêk hatibû û aktivîstên jin hatibûn desteserkirin.