Rûsya: Rêkarên rojava nirxên xurekan li cîhanê bilind kirine

Nûnerê Herdemî yê Rûsya yê li Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê ragihand; siyaseta ku bi ser Rûsyayê de hatiye sepandin, bûye gef li ser bazirganiya cîhanê.

Navenda Nûçeyan (K24) -  Nûnerê Herdemî yê Rûsya yê li Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê ragihand; siyaseta ku bi ser Rûsyayê de hatiye sepandin, bûye gef li ser bazirganiya cîhanê.

Nûnerê Rûsyayê di daxuyaniyê de ragihand; divê demildest dest bi asaykirina rêkarên bazirganî ya navdewletî were kirin û ev mijar ji belavbûna pandemiyê li cîhanê, metirsîdartir e.

Herwiha diyar kiriye; binpêkirina rêkarên Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê zexteke mezin li ser bazirganiya cîhanê dirsut dike û nirxê sotemenî û çavkaniyên siruştî û xwarinan bilind bûne.

Niha welatên rojava û Ewropayê hewldanên xwe zêde kirine, da ku endamtiya Rûsyayê di Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê de rawestînin.

Rûsya li ser asta cîhanê yek ji welatên sereke yên hinardekirina petrol û gaz û dan û genim e, ji ber sizayên ku bi ser Rûsyayê de hatine sepandin, nirxê sotemeniyê li Ewropayê û nirxên xurekan li cîhanê bilind bûne.

Roja 24ê Sibata 2022yan Rûsya ragihand; ji bo parastina xelkê ji nijada Rûsî ya li Ukraynayê û herêma Donbas, operasyona serbazî bo ser axa Ukraynayê dest pê kir.