Neteweyên Yekbûyî amarên şerê Ukraynayê belav kir

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir; heta niha 726 kesên sivîl di şerê Rûsya – Ukraynayê de hatine kuştin.

Hewlêr (K24) – Neteweyên Yekbûyî eşkere kir; heta niha 726 kesên sivîl di şerê Rûsya – Ukraynayê de hatine kuştin, ji bilî wê 1174 kes birîndar bûne, 3 milyon û 63 hezar kes ber bi welatên cîran koçber bûne.

Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) daxuyaniyek belav kir û tê de amarên koçberên Ukraynayê ragihand.

Li gor amaran, ji 24ê Sibatê heta 15ê Adaraê, 3 milyon û 63 hezar û 95 kes ji Ukraynayê berê xwe dane welatên cîran, nîvê vê hejmarê xwe spartina welatê Polandayê.

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir; milyonek û 875 hezar û 45 kes çûne Polandayê, 467 hezar û 703 kes çûne Romanyayê, 344 hezar û 454 kes çûne Moldovayê, 272 hezar û 943 kes berê xwe dane Macaristan, 220 hezar û 977 kes bo Slovakyayê, 155 hezar û 841 kes çûne Rûsyayê û 1816 kes jî berê xwe dane Belarusê.

Li gor daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, herî kêm 726 sivîl li Ukraynayê ko ber êrîşên Rûsyayê hatine kuştin.

Fly Erbil Advertisment