Zelensky: Yekane şansê Rûsyayê danûstandin e

Serokê Ukraynayê daxwaza danûstandinên aştî û ewlekariyê yên cidî bi Moskowê re dike .

Volodimir Zelenesky
Volodimir Zelenesky

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ukraynayê daxwaza danûstandinên aştî û ewlekariyê yên cidî bi Moskowê re dike û dibêje, ev yekane şansê Rûsya ye da ku şaşîtiyên di êrîşên leşkerî de têne kirin, bêne kêmkirin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenesky di gotarekê de dibêje, dem hatiye ku ew civînekê encam bidin, dem dema axaftin û diyalogê ye.

Serokê Şanda Danûstandinan a Rûsya duh ragihandibû, nêzîkbûnek di helwêstan de heye derbarê rewşa bêalîbûna Ukrayna û pêşketinek derbarê bêçekkirina Ukraynayê de.

Wezareta Berevaniya Ukraynayê jî dibêje, Hêzên Rûsî bendera Mariupol bi temamî kontrol kirine.

Li aliyê din şer berdewam e û Rûsyayê di êrîşa hefteya yekemîn de bi awayekî lez ev navçeyên rojhilat û başûrê Ukraynayê kontrol kirin ku piraniya nîştecihên wê derê bi zimanê rûsî diaxivin û ligel Moskow in.

Herwiha li bakur jî nêzîkî Kieva paytext bûne lê ji ber parastina hêzên Ukraynî di du hefteyên borî de nikarîbûn ber bi navçeyên din pêşde biçin ku nîştecihên wê bi zimanê Ukraynî diaxivin.

Netewên Yekbûyî (NY) jî ragihand, ji destpêka şerê navbera Rûsya û Ukrayna de 3 milyon û 270 hezar û 662 kes ji Ukrayna penaber bûne û çûne welatên din.

UNHCR dibêje, heta niha nêzîkî ji %90 ji kesên ku penaber dibin jin û zarok in.

Rêxistina Koçê ya Navdewletî IOM dibêje;162 hezar  kes ku xelkê welatên din bûn û li Ukrayne diman neçar mane careke din penaber bibin.

Hejmara herî zêde ya penaberan berê xwe dane Polenda ku hejmara wan 1 milyon û 975 hezar û 449 kes in.