Ukrayna: Danûstandinên ligel Rûsyayê didomin

Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Mikhail Podolyak ragihand; îro bi rêya online danûstaninên wan ligel Rûsyayê berdewam dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Mikhail Podolyak ragihand; îro bi rêya online danûstaninên wan ligel Rûsyayê berdewam dibin.

Mikhail Podolyak diyar kiriye; danûstandinên ku ji bo pêkanîna agirbesta navbera Rûsya û Ukraynayê dest pê kirine, îro duşemê 21ê Adarê bi rêya online berdewam dibin.

Di daxuyaniyekê de li ser danûstandinên navbera Rûsya û Ukraynayê de Mikhail Podolyak eşkere kiriye ku danûstandin îro bi rêya online berdewam dibe.

Piştî ku di roja 24ê Sibata 2022yan de Rûsyayê dest bi êrîşa ser Ukraynayê kir, heta niha çend gerên danûstandinan di navbera Kîev û Moskowê de birêve çûn, lê belê heta niha gotûbêjên navbera herdu aliyan bê encam man.