Li Rojavayê Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.
Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di 24 demjimêrên borî de 9 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38548 kesan, ji wan jî 1567 kesan jî canê xwe ji dest dane û 2565 kes jî baş bûne.