Mesrûr Barzanî: Madeleine Albright piştevana doza Kurd bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser koça dawî ya Wezîra Derve ya Amerîkayê ya berê Madeleine Albright peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya Wezîra Derve ya Amerîkayê ya berê Madeleine Albright peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Dilgiran û xemgîn im ji ber koça dawî ya Madeleine Albright.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Madeleine Albright alîkar bû ji bo dawîanîna şerê navxwe yê Kurdî û yekalîkirina nakokiyên me û dawîanîna serdema tal, bandoreke mezin li ser xelkê kir.

Di beşeke din a peyamê de destnîşan kir: “Albright di dirêjahiya jiyana xwe de piştevana doza Kurd bû, ez hevbeşê xemgîniya malbata wê me.”