Rûsya hejmarek ji dîplomatkarên Amerîka dersînor dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand; wan lîsteyek ji hejmarek dîplomatên Amerîkî yên ku dê bêne dersînorkirin radestî Balyozxaneya Amerîka li Moskoyê kiriye.

Wezareta Derve ya Rûsyayê eşkere kir; derxistina dîplomatên Amerîkî bersivek e li hember derxistina dîplomatên Rûsî ji Netewên Yekgirtî li New Yorkê û karmendek Rûsî ji Sekreteriya Netewên Yekgirtî, ji aliyê Washingtonê ve.

Wezaretê herwiha tekez kir; “Her kiryareke dijminane ya Amerîkayê li dijî Rûsyayê, dê bersiveke bibiryar û guncaw jê re hebe.”

Washingtonê beriya niha ragihandibû; wan 12 dîplomatên Rûsî yên endamên nûnertiya Rûsyayê li Netewên Yekgirtî bi îdiaya “çalakiyên ku bi taybetiyên wan re nagunce” kirine dersînor kirine. Rûsyayê jî ew biryar weke binpêkirineke eşkere û pêngaveke nû ya êrîşkar a li dijî xwe nirxand.