Şikefta Şaneder, kevintirîn cihê jiyana mirovan

Şikefta Şaneder - Wêne: Rêbaz Siyan
Şikefta Şaneder - Wêne: Rêbaz Siyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şikefta Şaneder li Herêma Kurdistanê, yek ji şekeftên kevin ên her navdar e û li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê tê naskirin.

Şikefta Şaneder li çiyayê Biradost li devera Barzan a Herêma Kurdistanê dikeve, 125 kîlometroyan ji Hewlêrê ve dûr e û 767 metroyan li ser asta deryayê ye.

Di navbera salên 1957 û 1961’ê de şûnwarnasê Amerîkî Ralph Solecki û tîma wî ya ji Zanîngeha Colombia di şikefta Şanederê de hestiyên kevntirîn cureyê mirovan (neandertal) dîtin ku dîroka wan vedigere 80 hezar salan.

Deriyê têketina şikeftê, sêgoşe û fireh e, firehiya wê 25 metro û bilindahiya wê 8 metro ye, ji ber wê jî tîrêjên royê bi dirêjahiya rojê dikeve nava şikeftê.

Şikefta Şaneder

 

Şikefta Şaneder

 

Şikefta Şaneder

 

Şikefta Şaneder

 

Şikefta Şaneder