Li Diyarbekirê teqîn.. Birîndar hene

Hat diyarkirin ku di teqîna li Diyarbekirê, li 3. Navçeya Pîşesazîyê pêk hatiye de û birîndar hene.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê Sîteya Pîşesaziyê Ya 3. de teqînek rû da û li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatine parvekirin 10 kes birîndar bûne û rewşa 5 birîndaran jî giran e. Hat ragihandin ku tupa oksîjenê teqiyaye û lêpirsîn didome.

Li navenda Diyarbekirê ser Rêya Rûhayê di Sîteya Pîşesaziyê ya 3. de 09.00ê teqînek bihêz rû da û li gorî çavkaniyên fermî 10 kes birîndar bûn û rewşa 5 birîndaran jî giran e kul i gorî şahidên bûyerê dest û piyê hijmarek birîndaran jê bûne.

Hat ragihandin ku bûyer ji ber teqîna tupa oksîjenê rû daye û derbarê bûyerê de lêpirsîn jî hatiye vekirin.

Parlementera HDPê ya Diyarbekir Dersim Dag jî li cihê bûyerê daxuyaniyek da çapemeniyê û amaje kir ku bûyerên wisa ji ber wernegirtina ewlekariya kar gelek rû didin û divê derbarê van bergiriyan de baldariyek baştir were çêbibe.

Di bûyerê de gelek kargeh û wesaîtên derdorê jî zirar dîtin.

Sîteya Pîşesazî ya 3. ser bi navçeya navendî ya Diyarbekirê ve ye 510 kargeh tê de hene ku gelek karker jî lê dixebitin.

Ji ber vê yekê metirsiyek mezin li deverê rû da û hêzên ewlekariyê, tîmên tendirustiyê û tîmên agirkujiyê li cihê bûyerê tên rawestandin.