Rêber Ehmed: Serokatiya komarê pêwîstiya wê bi hêzeke hişmend heye

Rêber Ehmed: Pêwîst e Iraq pêgeha xwe ya bihêz bi dest bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo postê Serokomarê Iraqê Rêber Ehmed tekez kir, ew kar ji bo bihêzkirina hevahengî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin.

Kandîdê PDK û Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ji bo postê Serokomarê Iraqê Rêber Ehmed gotarek li rojnameya “Şerq El-Ewset” a Londonî belav kir û tê de ragihand, “Ezmûna salên borî yên hevahengî û pêwendiyên baş ên Hewlêr û bexdayê, encamên baş jê derketin, wek jinabirina DAIŞê, rizgarkirina Iraqê ji terorê, pirsa koçberan û geşepêdana di sektora pîşesazî û çandiyê de.”

Rêber Ehmed destnîşan kir jî, kêşe û pirsgirêkan, bandorê li ser Iraqê dikin, pêwîst e Iraq pêgeha xwe bihêz bi dest bîne ji bo aştî, çareserî û derfetên pêşketina zêdetir bêne çespandin.

Derbarê posta Serokomariya Iraqê de, Rêber Ehmed bal kişande ser wê yekê, “serokatiya komarê, pêwîstiya wê bi hêzeke hişmend heye û divê astengiyên li ser wê postê bêne rakirin.

Herwiha got, pêşketina sîyasetê bi polarîzasyona mirovan ve girêdayî ye û divê mirov bibe bingeha karê hemû serkirdeyan.”

Rêber amaje bi wê da, “Çaksaziya niştimanî ketiye ser rêya xwe û niha dema rabûnê ye.”