Dadgeha Federal giliya li dijî Rêber Ehmed red kir
Dadgeha Federal: Rêber Ehmed û her kandîdekî din ê PDKê dikarin postên hikûmeta federal werbigirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Encûmena Nûneran a Iraqê Şêrwan Dûberdanî ji K24ê re ragihand, Dadgeha Federal a Iraqê giliya li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Rêber Ehemd red kir.
Li gorî dawî biryara dadgehê, Rêber Ehmed û her kandîdekî din ê PDKê, dikarin postên hikûmeta federal werbigirin.
Pêştir Aliye Nuseyfî, endama Encûmena Nûnera ya ji firaksiyona Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî, gilî li dijî PDKê vekiribû û ew tomatbar kiribû ku ew partiyeke cudaxwaz e û nabe ti kandîdên wê postên hikûmeta federal werbigirin, lê dadgeha federal giliya wê red kir.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Sedir û Siyade, duhî "Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman" ragihand û Rêber Ehmed ji bo postê Serokomar û Cafer El-Sedir jî ji bo postê Serokwezîrê Iraqê destnîşan kirin.