VÎDEO – Bajarê Mariupol wêran bûye
Şerê li Ukraynayê berdewam e û şer gihîştiye navenda bajarê Mariupol, ku ew bajêr xwe radestî Moskowê nake.
Navenda Nûçeyan (K24) – 28 roj di ser şerê Ukraynayê re derbas dibin, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ber parlamentoyên Brîtanya, Fransa û Lûtkeya NATOyê eşkere kir, Moskowê di dema êrîşan de çekên giran bi kar anîne.
Şerê li Ukraynayê berdewam e û şer gihîştiye navenda bajarê Mariupol, ku ew bajêr xwe radestî Moskowê nake.
Di vî bajarî de 200 hezar kesan xwe li jêrzemînan veşartine, piraniya wan ji bajarê Kîeva paytext reviyane.
Serokê Şaredariya Mariupol ragihand; hêzên Rûsyayê bajarê Mariupol wêran kirine, dixwazin bi erdê bikin yek.
Bajarê Mariupol dikeve navbera Donetsk û Qirimê, xelkê bajêr bi zimanê Rûsî diaxivin, Moskow çendîn car daxwaz kir ku wî bajarî radest bikin, lê xelkê Mariupol hîn jî li ber xwe didin.