Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw li Kelha Diyarbekirê geriya
Omêd Xoşnaw got; Diyarbekir bajarekî qedîm e, ew keyfxweş ku serdana vî bajarê qedîm û dîrokî dike.

Diyarbekir (K24) - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw li Kelha Diyarbekir û Muzaxaneyê geriya. Omêd Xoşnaw got; Diyarbekir bajarekî qedîm e, ew keyfxweş ku serdana vî bajarê qedîm û dîrokî dike.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi û şanda li gel, li Kelha Diyarbekirê û Muzexaneyê geriya.
Omêd Xoşnaw ji kolyarnasê ku erkdarê muzexaneyê ye derbarê berhemên kevnare yên xwedî dîroka bi hezaran sal de agahî standin.
Xoşnaw got ku wî her ji Diyarbekirê hez kiriye lê vê carê ji nêzîk ve ev bajarê qedîm dît û zêdetir jê hez kir.
Parêzgarê Hewlêrê got jî; ji Herêma Kurdistanê her sal bi hezaran geştyar serdana bajarên Bakur dikin û bi boneya 1emîn Pêşangeha Geştuguzariyê û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ew dixwazin hatûçûna geştyaran di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de zêdetir bibe.