Bi hevbeşiya medyayî ya K24ê konferansa TEDx Niştiman birêve diçe
10 axaftvan ku Kurd in, ji navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê hatine û çîroka serkeftina xwe vedibêjin.
Hewlêr (K24) – Îro şemiyê 26ê Adara 2022yan bi hevbeşiya medyayî ya Kurdistan24ê, konferansa TEDx Niştiman bi beşdariya 1200 kesan li bajarê Hewlêrê birêve diçe. Di konferansa vê carê de 10 axaftvan çîroka serkeftina xwe vedibêjin.
Ev 5emîn konferansa TEDx Niştman e, ku li Hewlêrê tê lidarxistin, konferans navdewletî ye û li ser nasandina huner û şiyanên ciwanan e, di konferansa îsal de axaftvan Kurd in û behsa serkeftinên xwe yên di warên cûr bi cûr de dikin.
10 axaftvan ku Kurd in, ji navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê hatine û çîroka serkeftina xwe vedibêjin, her axaftvanek dikare di nava 4 heta 18 xulekan de çîroka xwe vebêje.
Di konferansê de ji bilî axaftinan, çendîn çalakiyên din birêve diçin û çendîn berhem û xwedî kar ên navxweyî beşdarî konferansê bûne û berhemên xwe nimayîş dikin.
Herwiha li konferansa TEDx Niştiman, pêşbazî û çendîn lîstikên elektronîk û nimayîşên cûr bi cûr li derveyî holê têne encamdan.