Nêçîrvan Barzanî ligel Guterres, Von der Leyen û Yaşar Guler civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya karên Lûtkeya Navdewletî ya Avûhewayê (COP31) de li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê, hejmareka hevdîtinên dîplomasî yên bilind ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Seroka Komîsyona Ewropayê û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê kir û di wan hevdîtinan de pirsa guhartina keşûhewayê, tenahiya deverê û peywendiyên dualî nîqaş kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, di ragihandinekê de amaje da ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di yek ji hevdîtinên xwe de li bajarê Antalyayê ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres civiya. Di danûstandinên xwe de, herdu aliyan bal kişand ser rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, herwisa dîtin û nerînên xwe li ser alozî û girjiyên deverê li hev guhertin.
Her li gorî wê ragihandinê, herdu alî li ser giringiya karkirinê bo hêwirkirina rewşê, parastina aştî û aramiyê li deverê, û yekalîkirina hemî pirsgirêk û nakokiyan bi rêya diyalog û çareseriyên aştiyane hevnerîn bûn.
Li gorî ragihandineka, her di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, civiya. Di wê civînê de jî, peywendiyên Yekîtiya Ewropayê ligel Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin û tekez li ser berfirehkirina harîkariyên hevpar di warên cuda cuda de hat kirin, bi taybetî di warê rûbirûbûna metirsiyên guhartina avûhewayê û parastina jîngehê de.
Serokê Herêma Kurdistanê û Seroka Komîsyona Ewropayê herwisa behsa guhartinên siyasî û ewlehî yên deverê kir û tekez li ser pêdivîtiya parastina aramiya deverê kir.
Di berdewamiya hevdîtinên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler civiya. Di wê civînê de jî, pêşhatên leşkerî û ewlehî yên deverê hatin behskirin, tevî hevahengî û hevkariyên hevpar ên ewlehiyê di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de.
Her du aliyan herwisa tekez li ser giringiya berdewamiya hevahengiyên ewlehiyê jî kir, bi rengekî ku ewlehî û tenahiya deverê û berjewendiya hevpar a her du aliyan biparêze.