Sebah Numan: Zeydî fermana lezandina lêkolîna li ser êrîşa Kormorê derxist
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar di ragihandinekê de eşkere kir ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê rewşa lêkolînên li ser wê êrîşa ku li ser Zeviya Kormorê ya Gazê hatibû kirin şopand.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Sebah Numan di ragihandinekê de eşkere kir ku Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, birêveçûna lêkolînan li ser wê êrîşa ku li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li parêzgeha Silêmaniyê hatibû kirin şopand.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar amaje jî da ku Elî Falih Zeydî rênimayî daye ku di zûtirîn dem de rêkarên lêkolînê bên temamkirin û raporta dawiyê bê amadekirin.
Sebah Numan tekez jî kir ku rêkarên qanûnî yên tund dê li beranberî her kesekî bên bicihanîn, ku têkelbûna wî di wê êrîşê de bê îsbatkirin. Herwisa li gorî qanûnê, lêpirsîn ligel kesên berpirs tê kirin, bi rengekî ku dubarenebûna êrîşên bi vî rengî misoger bike û ewlehiya dezgehên giring û selamatiya karmendên wan biparêze.
Li Yekşema borî, 8ê Mijdara 2026ê, êrîşeke din a dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê ya girêdayî qezaya Çemçemalê hat kirin. Di encama wê êrîşê de ku pişka "zeviya kevn" û taybet bo berhemanîna gaza malan (LPG) hatibû armancgirtin, şewateka mezin di nav wê zeviyê de çê bû û zirareka zêde ya madî gihîşt wê; lê ji ber lêdana zengila hişyariyê berî wê êrîşê û çûna karkeran bo penagehan, ti zirarên canî çê nebûn, her çend berhemanîna gazê bi temamî hat rawestandin.
Zeviya Kormorê ya Gazê ku ji sala 2007ê ve ji aliyê kompaniya Dana Gasê ve veberhênanê dike û ji sala 2008ê ve ketiye nav pişka berhemanînê, çavkaniya sereke ya dabînkirina sotemeniyê ye bo santralên elektrîkê. Ev zeviya ku zêdetirî 1 trîlyon û 800 milyar pêyên sêca yên gaza xwezayî tê de heye, nêzî %67 ji elektrîka Herêma Kurdistanê (nêzîkî 3,700 megawatan) dabîn dike û bi riya lûleyan gazê bo westgehên Hewlêr û Çemçemalê dişîne.
Piştî van rûdanan û ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên vê êrîşa tawankarî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî roja paştir Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, piştî hevahengî û hevkariya ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, biryara pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya hevpar da, daku sedem û bikerên vê destdirêjiyê eşkere bikin.