Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.
Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di 24 demjimêrên borî de 9 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine.
Hat ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de 3 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38557 kesan, ji wan jî 1570 kesan jî canê xwe ji dest dane û 2565 kes jî baş bûne.