Amarên nû yên Koronayê li Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 29 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesî bi Koronayê canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 29 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 14 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê û 10 kes li Duhokê ne.
Diyar kir jî di nav 24 demjimêran de kesekî li Germiyanê canê xwe ji dest daye. Herwiha 81 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 435979 kes.
Mirin: 7428 kes.
Başbûn: 427455 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.