6 zarokên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatin birîndarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve gule bi ser dibistana gundekî Efrînê de reşandin û hejmarek zarok birîndar kirin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, Çekdarên grûpa El-Hemzat ji rêbenda Sirtê ya nêzîkê gundê Mêrka ve gule bi dibistana gundê Mîrka yê li navçeya Mabata reşandin û 6 zarok birîndar kirin.

Navên zarokên birîndar wiha ne: Zelûx Esed Silêman (10 salî), Enfal Mihemed Rustem (5 salî), Omer Xezal, Wesîm Selah Fînîx (11 salî), Ebdulla Fînîx (13 salî) û Meryem Mihemed Qasim (12 salî)

Wî jêderî diyar kir, ev 6 zarok ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyan hatin rakirin û bal kişand ser wê yekê ku vê bûyerê rewşek tirs û xofê di nava gund de derxist.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpê çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û ji wê demê ve rewşa ewlehiyê têk çûye û kiryarên wiha yên guleavêtin û teqekirinê her car tên kirin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.