Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 81 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 81 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 81 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 26 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 18 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 210 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 39 kes li Hewlêrê, 112 kes li Silêmaniyê, 56 kes li Duhokê û 3 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 436127

Mirin: 7431

Başbûn: 427782