Wezîrê Enerjî yê Îmaratê: Pêwendiyeke me ya taybet ligel Herêma Kurdistanê heye
"Herêma Kurdistanê nimûneyeke hevseng di pêşveçûnê de pêşkêş dike."
Hewlêr (K24) – Wezîrê Enerjî yê Îmaratê Suheyl Mezrûî ragihand; Herêma Kurdistanê nimûneyeke hevseng di pêşveçûnê de pêşkêş dike.
Suheyl Mezrûî ji K24ê re diyar kir: “Pêwendiyeke me ya taybet ligel Herêma Kurdistanê heye, kompaniyên Îmaratî li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin û dixwazin li Iraqê veberhênanên xwe zêde bikin, bi taybetî jî li Herêmê.”
Mezrûî destnîşan kir: “Em kêfxweş in bi amadebûn û civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.”
Herwiha da zanîn: “Pêwendiya me ya bihêz ligel birayên me yên li dewleta Iraqê heye, pêwendiyeke me ya taybet ligel Herêma Kurdistanê heye, kompaniyên Îmaratî li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin.”
Wezîrê Enerjî yê Îmaratê dibêje: “Herêma Kurdistanê nimûneyeke hevseng di pêşveçûnê de pêşkêş dike û her dem veberhênanên nû dikşîne.”
Suheyl Mezrûî ragihand; mijarên enerjî, elektrîk û veguhestinê gotûbêj kirine û ew dixwazin li Iraqê veberhênanên zêdetir bikin, bi taybetî jî li Herêma Kurdistanê.