Sibe herdu şandên Ukrayna û Rûsyayê li Stenbolê dicivin
"Egereke kêm heye danûstandin berdewam bibin."
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kir; sibe sêşemê 29ê Adara 2022yan şandên danûstandinê yên navbera Rûsya û Ukraynayê careke din li Stenbolê dicivin.
Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Beriya civînê, em ê ligel şandên herdu aliyan bi kurtî civînek pêk bînin, ez dikarim bibêjim ku ew rêze pêwendiyên telefonî ku min ligel Putin û Zelensky encam dan, ber bi arasteyê erênî ve çûn.”
Li aliyê din, Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitri Peskov ragihand; herdu şandên Rûsya û Ukraynayê diçin Tirkiyê û got: “Biryara encamdana danûstandinên navbera şandên herdu welatan, biryareke girîng e.”
Dmitri Peskov eşkere kir ku şandên herdu aliyan dê biçin Tirkiyê egereke kêm heye danûstandin berdewam bibin.