Li gundekî Girê Sipî 2 çekdar di teqînekê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Teqînek gundekî Girê Sipî rû da û di encamê de 2 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, teqînek li gundê Renîn ê li başûrê Girê Sipî rû da û di encamê de Ebo Elî Derawî ku serkirdeyekî grûpa Cebhe El-Şamiyê ye û çekdarekî din hatin kuştin.
Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê ve ye û ji Mijdara 2019an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi ve hatiye dagîrkirin.
Li herêmên ku di destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve de, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û gelek caran jî teqîn rû didin û di encamê de welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.