Swêdê derbarê Diyarbekirê de biryarek ragihand
Diyarbekir (K24) – Swêdê Diyarbekir ji nav lîsteya bajarên ne ewle derxist.
Wezîra Karûbarên Derve ya Swêdê Ann Lînde, li ser hejmara xwe ya tora medyaya civakî “Twitter” ragihand; welatê wan, Diyarbekir ji nav lîsteya bajarên ne ewle derxistiye û welatiyên Swêdê dikarin serdana Diyarbekirê jî bikin.
Wezîra Karûbarên Derve ya Swêdê Ann Linde dibêje; li Diyarbekirê rewşa ewlehiyê baştir bûye lê ew pêşniyar nakin swêdî serdana bajarên Şirnex û Colemêrgê bikin, herwiha ji 10 kîlometreyan zêdetir nêzîkî sînorî Sûrî bibin.