Civîna di navbera şandên Ukrayna û Rûsyayê de li Stenbolê bi dawî bû

Serokê Şanda danûstandkar a Ukraynayê tekez kir, dê di heyama bê de gotûbêj ligel aliyên Rûsî berdewam bin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Ukraynayê ya li Tirkiyê îro Sêşemê ragihand, civîna di navbera şandên Ukrayna û Rûsyayê de li Stenbolê bi dawî bû.

Şanda Ukraynayê got: “Bi şertê ku garantiya ewlehiyê hebe, em ê bi rewşa bêalîbûnê razî bin. Diyar kir jî, dibe ku Îsraîl, Tirkiye, Polanda û Kanada di nav welatên garantor de bin.

Serokê Şanda danûstandkar a Ukraynayê tekez kir, dê di heyama bê de gotûbêj ligel aliyên Rûsî berdewam bin.

Danûstandin di navbera her du şandan de îro danê sibê dest pê kirin, ji bo gengeşekirina riyên gihîştina lihevhatineke siyasî ji bo bidawîanîna şerê ku ji 24ê Sibatê ve li ser axa Ukraynayê diqewime.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got: “Metirsiyên rewa yên her du aliyan hene”. Bang li her du aliyan kir jî, dawî li vê trajediyê bînin.

Erdogan got ku berfirehbûna pevçûnê ne di berjewendiya ti kesî de ye. destnîşan kir jî, pêşketina danûstandinan, dê rê li ber hevdîtina serokên her du welatan, Putin û Zelensky veke.