Îstixbarata Fînlandayê li ser êrîşên Rûsyayê hişyariyê dide
“Eger dixwazin biçin nav NATOyê li benda destwerdan û êrîşa Rûsyayê bin.”
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Îstixbaratê ya Fînlandayê hişyarî daye hikûmeta welatê xwe û gotiye: “Eger dixwazin biçin nav NATOyê li benda destwerdan û êrîşa Rûsyayê bin.”
Sînorê navbera Fînlanda û Rûsyayê 1340 kîlometre ye, Fînlanda ji Şerê Cîhanî yê Duyem ve ji aliyê serbazî ve bê alî maye û xwe ji nakokiyên welatên cîran dûr xistiye.
Lê belê ji 24ê Sibatê ve, ku Rûsya operasyona serbazî li Ukraynayê dest pê kir, rewş bi temamî guherî.
Serokê Dezgeha Îstixbaratê ya Asayîşa Fînlandayê (Supo) ragihand: “Hemû civaka Fînlandayê divê hişyar bin li hember hewldanên Rûsyayê bo bandora li ser biryardana Fînlandayê li ser mijara çûna nav NATOyê.”
Serokê Fînlandayê çendîn car daxwaz kiriye ku "bêyî dudilî, lê belê bi moralê ve" li ser mijara endamtiya NATOyê biryar were dayîn û tekez kiriye ku biryar di destê parlamentoyê de ye.
Biryar e di destpêka meha bê de hikûmeta Fînlandayê raporek li ser sûd û metirsiyên çûna nav NATOyê bide parlamentoyê û ev mijar were gotûbêjkirin.