Nêçîrvan Barzanî û Şêx Cemal El Zarî rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê 29ê Adara 2022yan pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê Şêx Cemal El Zarî kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê 29ê Adara 2022yan pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê Şêx Cemal El Zarî kir.

Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û hewl û encamên birêveçûna rûniştina Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomar û destnîşankirina serokwezîrê nû yê hikûmeta federal a Iraqê gotûbêj kirin.

Herdu aliyan tekezî li girîngî û pêwîstiya gihîştina hêz û pêkhateyên Iraqê bo liberçavkirina berjewendiyên bilind ên niştimanî û hevtêgihîştina ji bo çareseriyê û derbaskirina qonaxê û astengiyên niha û siberojê yên li ber proseya siyasî ya li welat kirin.