Li Kerkûkê pêgehên DAIŞê hatin bombebarankirin
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê hûrgiliyên bombebarana hejmarek pêgehên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê ragihand.
Hewlêr (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê hûrgiliyên bombebarana hejmarek pêgehên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê ragihand.
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hat diyarkirin; ji bo berdewamkirina têkoşîna dijî DAIŞê û tolhildana ji wan kesan ku seqamgîrî û asayîşê têk dibin, bi rêya firokeyên F16 yên Iraqê, hejmarek çekdarên DAIŞê li navçeya Wadî Şay a li parêzgeha Kerkûkê hatin bombebarankirin.
Şaneya Ragihandinê diyar dike ku bi zanyariyên îstixbarata Iraqê, hejmarek çekdarên DAIŞê ku destê wan di kuştina çendîn polîsan de lis parêzgeha Kerkûkê hebû, bi firokeyan hatin bombebarankirin.
Herwiha tekez kiriye ku peyama hêzên Iraqê ji bo çekdarên DAIŞê zelal e, ku ji bombebaranan rizgar nabin.