Rûsya gefê li NATOyê dixwe

Şoygu hişyariyê dide welatên NATOyê, ku eger firoke û çekên berevaniya esmanî ji Ukraynayê re dabîn bikin, dê bi tundî bersivê bidin.

Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu
Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand; wan karîne qonaxa yekem a operasyonên xwe derbas bikin û şiyana serbazî ya Ukraynayê kêm bikin. Şoygu hişyariyê dide welatên NATOyê, ku eger firoke û çekên berevaniya esmanî ji Ukraynayê re dabîn bikin, dê bi tundî bersivê bidin.

Sergey Şoygu diyar kir: “Bi giştî erkên me yên sereke di qonaxa yekem a oparasyonê de temam bûye, şiyana şer a hêzên çekdar ên Ukraynayê bi awayekî berçav kêm bûye, ev jî wisa dike ku hewla sereke ku rizgarkirina Donbas e, li ber çav were girtin.”

Şoygu destnîşan kir: “Em lêkolînê li ser daxuyaniyên beşek ji serkirdeyên NATOyê dikin, derbarê niyeta dabînkirina firoke û sîstema berevaniya esmanî bo Ukraynayê, eger ev were kirin, em ê bi tundî bersivê bidin.”

Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê dibêje: “Rola welatên rojava li ser dabînkirina çekên giran bo Ukraynayê, em weke neberpirsî dibînin, ev dabeşkirineke nekontrolkirî ye ji bo bikirêgirtiyan û rewşê di siberojê de xirabtir dike, dibe ku bibe gef li ser Ewropiyan.”