Kerkûk.. Firokeyeke Iraqê pêgeheke DAIŞê ji nav bir
Ew terorîstên di vê operasyonê de hatine kuştin, di ber armanckirina hêzên ewlehiyê de berpirs in

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Artêşa Iraqê îro Sêşemê ragihand, firokeyeke hêzên asmanî yên Iraqê li Kerkûkê pêgeheke DAIŞê ji nav bir.
Şaneyê li ser Twitterê belav kir, firokeyeke Iraqê armanceke DAIŞê li Kerkûkê wêran kir piştî ku artêşê zanyariyên istixbaratî yên rast derbarê cihê wê de bi dest xistin.
Şaneyê herwiha got: “Li gorî zanyariyên berdest, ew terorîstên di vê operasyonê de hatine kuştin, di ber armanckirina hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Kerkûkê de berpirs in.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Peyama hêzên me yên ewlehiyê ji terorîstan eşkere ye: Hûn li kû bin ji êrîşên me xilas nabin. Iraq welatê ewlekarî û aştiyê ye.”
Hêza asmanî ya Îraqî gelek caran veşartgehên DAIŞê yên li deverên di navbera Kerkûk, Neynewa û Enbarê armanc dike.