Sefîn Dizeyî ligel Wezîrê Derve yê Luxembourgê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn îro gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî ve pêşwazî lê hate kirin.
Biryar e Wezîrê Derve yê Luxembourgê ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive û pêwendiyên dualî xurt bike.
Herwiha biryar e Biryar e Wezîrê Derve yê Luxembourgê serdana keleha Hewlêrê û çend cihên din ên Herêma Kurdistanê bike.
Wezîrê Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn, wezîrekî bi ezmûn ê welatekî Yekîtiya Ewropayê ye û ev cara sêyem e serdana Herêma Kurdistanê dike.