Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Luxembourgê rewşa Iraq û herêmê guftûgo dikin
Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraq û herêmê de hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 30 Adara 2022an pêşwazî li Wezîrê Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn kir.
Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, qeyranên cîhanê û sedem û encamên şerê di navbera Rûsya û ukraynayê de hatin kirin.
Derbarê rewşa Iraqê de, her du aliyan hêvî xwast astengî li pêş proseya siyasî ya Iraqê nemînin û hikûmeta bê ya Iraqê, li hember girftan berpirs be û destûrê cibicî bike.
Rewşa Êzidiyan û koçberên Şingalê, mijareke din a civînê bû.