Li Herêma Kurdistanê 53 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 53 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 53 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 53 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 17 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 11 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de li Herêma Kurdistanê ti kesî ji ber vê vîrusê canê xwe ji dest nedaye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 86 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 43 kes li Hewlêrê, 31 kes li Silêmaniyê, 12 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 436255
Mirin: 7431
Başbûn: 427972