Brîtanya: Şêwirmendên Putîn ditirsin rastiya rewşa Ukraynayê jê re bibêjin

Rêveberê îstîxbarata Brîtanî: Şêwirmendên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, ditirsin ku rastiyê derbarê êrîşa li ser Ukraynayê de jê re bibêjin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê îstîxbarata Brîtanî Jeremy Fleming îro Pêncşemê got ku şêwirmendên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, derbarê stratejiya wî ya şer a "serneketî" li Ukraynayê, “ditirsin ku rastiyê jê re bibêjin”.

Fleming di axaftinekê ya li Zanîngeha Niştimanî ya Austuralya li Canberra de got: “Pûtîn di nirxandina êrîşa li ser Ukraynayê de şaşiyek pir mezin kir.”

Got jî: “Me kêmbûna çekên leşkerên Rûsî û kêmbûna moralê wan dît, herwiha me dît ku çawa ew red dikin ku fermanan pêk bînin û alavên xwe têk didin û heta bi şaşî firokeyên xwe jî dixin xwarê.”

Fleming amaje bi wê da: “Heta ku şêwirmendên Putîn ditirsin ku rastiyê jê re bibêjin, divê tiştê ku diqewime û giraniya van hesabên xelet ji rejîma Rûsyayê re zelal be.”

Wî berpirsê Brîtanî bi van agahiyan, tiştê berpirsekî Koşka Sipî ya Amerîkî gotiye piştrast dike ku Pûtîn di derbarê pêvajoya şerê li Ukraynayê de agahiyên çewt werdigire, ji ber ku şêwirmendên wî ditirsin jê re behsa ziyanên leşkerî û aborî bikin.

Wî berpirsê Koşka Sipî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku îstixbaratên Amerîkî hin agahî aşkere kirine ku "Putîn haya wî jê tunebû ku artêşa wî xwebexşan li Ukraynayê bicek dike û wan ji dest dide, ev yek jî nîşan dide ku agahiyên ne pêbawer digihin Serokê Rûsyayê.”

Li gorî Fleming, soza Moskoyê ya vê hefteyê ya kêmkirina çalakiya xwe ya leşkerî li derdora Kîev û li bajarê Chernigov li bakurê Ukraynayê, nîşan bide ku ew neçar bûne lêvegereke bingehîn ji operasyona xwe ya leşkerî re bikin.