Berzincî: Sektora tenduristiyê xizmetên bijîşkî yên baş pêşkêşî welatiyan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Bezincî ragihand, di salekê de li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 13 milyon testên naxweşiyên cuda hatine kirin.
Dr. Saman Bezincî îro Pêncşemê li perawîza Kongreyeke Bijîşkî li Hewlêr ragihand, di salekê de zêdetir ji 13 milyon testên naxweşiyên cuda li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Barzanî tekez kir ku, sektora tenduristiyê ya hikûmetê xwedî kelûpelên baş e û dikare xizmetên bijîşkî yên baş pêşkêşî welatiyan bike.
Diyar kir jî, rêkeftinên Wezareta Tendirustiyê ligel fakulteyên bijîşkî yên zanîngehan hene ji bo bi berdewamî piştevaniya taqîgehan bikin û baştirîn xizmetguzariyên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş bikin.