Zelensky: Hêzên me ji bo şerekî nû amadekariyê dikin

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand; ew ti car bawerî bi sozên Moskowê nake.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand; ew ti car bawerî bi sozên Moskowê nake ku dibêjin "em kiryarên xwe yên serbazî yên li Ukraynayê kêm dikin", Zelensky diyar kir: “Hêzên Ukraynayê amadekariyê dikin ji bo destpêka şerekî nû li rojhilatê Ukraynayê.”

Ev gotinên Serokê Ukraynayê piştî wê yekê hatin ku di daxuyaniyekê de Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand; ji roja pêncşemê ve hêzên wan pabend dibin bi rawestandina şer li Mariupolê, da ku rêyeke mirovî ji bo derketina nişteciyên wî bajarî vekin, lê belê Cîgirê Serokwezîrê Ukraynayê ev soza Moskowê weke "xapandin" bi nav kir.

Volodimir Zelensky di peyameke vîdeoyî de got: “Em bawerî bi ti kesekî nakin, heta bi gotineke xweş jî.” Herwiha diyar kir; hêzên Rûsyayê car din dest bi amadekariyê kirine, da ku êrîşî ser herêma Donbasê ya li rojhilatê Ukraynayê bikin.”

Zelensky destnîşan kir: “Em li ser ti tiştekî li hev nakin. Em ji bo her bihustekî axa welatê xwe şer dikin.”