Berpirsê îstixbarata Fransayê ji kar hat dûrxistin
Serokê Tora Îstixbaratê ya Fransayê Eric Vidaud ji ber pêşbîniyên xelet ên li ser şerê Ukraynayê ji karê xwe hat dûrxistin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tora Îstixbaratê ya Fransayê Eric Vidaud ji ber pêşbîniyên xelet ên li ser şerê Ukraynayê ji karê xwe hat dûrxistin.
Ajansa AFP ragihand; Serokê Tora Îstixbaratê ya Fransayê General Eric Vidaud ji ber pêşbîniyên xwe yên xelet ên li ser şerê Ukraynayê hat dûrxistin.
Hat diyarkirin ku Eric Vidaud heft meh in ev peywir wergirtiye û tohmeta wê yekê lê tê kirin ku zanyariyên pêwîst ên li ser pêşhateyên şerê Ukraynayê nedane.
Herwiha hat destnîşankirin ku Washingtonê bi awayekî eşkere digot ku Moskow êrîş dike ser Kîevê, lê belê îstixbarata Fransayê ev zanyarî piştrast nekiriye.
Li aliyê din ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand; çavkaniyekî serbazî yê Fransî diyar kiriye ku berpirsyariya Eric Vidaud dayîna zanyariyên îstixbaratê ye, ne pêşbînîkirina rûdana şer.