Peyama Serok Barzanî bi boneya sersala Babilî Aşûrî

Serok Mesûd Barzanî bi boneya sersala nû ya Babilî Aşûrî û cejna Ekîto, peyameke pîrozbahiyê asarteyî gelên Kildan, Siryan û Aşûrî yên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir.

Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya sersala nû ya Babilî Aşûrî û cejna Ekîto, peyameke pîrozbahiyê asarteyî gelên Kildan, Siryan û Aşûrî yên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye diyarkirin: “Di vê helkeftê de ji bo xwişk û birayên Kildan Siryan Aşûrî û hemû pêkhatên din ên Kurdistanê dûpat dikim ku mirovatî me tîne cem hev û çarenûs û xweşî û nexweşiya me girêdayî me hemûyan e.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim, hêviya ewe dixwazim, serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkeke nû bê ji bo xêr û xweşî û bereket û belavbûna aştî û tebayî li herêma me û hemû cîhanê.

Di vê helkeftê de ji bo xwişk û birayên Kildan Siryan Aşûrî û hemû pêkhatên din ên Kurdistanê dûpat dikim ku mirovatî me tîne cem hev û çarenûs û xweşî û nexweşiya me girêdayî me hemûyan e. Loma divê em hemû dest bi ferhenga pêkvejiyan û biratiya navbera hemû pêkhateyên olî û netewî bigrin û dewlemendtir bikin.

Ez hêvîdar im hemû cejn û helkeftên xwe di û aramî û bextewerî û xweşiyê de bikin.

Mesûd Barzanî

31ê Adara 2022yan