Amarên Koronayê.. Li Duhokê kesekî canê xwe ji dest da
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 68 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 68 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û li bajarê Duhokê kesekî canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 68 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 22 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê ye.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de li Duhokê kesekî ji ber vê vîrusê canê xwe ji dest daye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 140 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 36 kes li Hewlêrê, 58 kes li Silêmaniyê, 43 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 436323
Mirin: 7432
Başbûn: 428112