Putin gefeke nû li Ewropayê dixwe

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand; divê welatên rojava hesabê Ruble li bankayên Rûsyayê vekin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand; divê welatên rojava hesabê Ruble li bankayên Rûsyayê vekin ji bo kirîna petrol û gaza sirûştî, egerna hinardeya enerjiyê bo rojava dê rawestîne. Putin dibêje: “Welatên rojava, ne dostên me ne, ew ti tiştekî bêberamber nadin me, em jî ji wan re xêrê nakin.”

Vladimir Putin vîdeoyek belav kir û got: “Min nivîsek îmze kiriye û li ser firotina petrol û gaza Rûsyayê ji wan welatan re ku dostên me nînin.”

Putin diyar kiriye: “Divê ew welat li bankayên Rûsyayê hesabê Ruble vekin. Ji 1ê Nîsana îsal ve ev biryar dê were cîbicîkirin, divê pereyê kirîna enerjiya Rûsyayê bi dirava Ruble ya Rûsî bidin û hesabên xwe li bankayên Rûsyayê vekin.”

Serokê Rûsyayê ji welatên Ewropayê re got: “Eger ew hesab neyên vekirin, peyman weke betalkirî werin dîtin û hinardekirina enerjiyê dê were rawestandin.”