Amerîkayê firokeya B52 şand esmanê Rûsyayê

Piştî ku firokeya Rûsyayê li esmanê Swêdê hat dîtin, Amerîkayê firokeya hilgira kulavên atomî şand ser Rûsyayê.

Stockholm (K24) – Piştî ku firokeya Rûsyayê li esmanê Swêdê hat dîtin, Amerîkayê firokeya hilgira kulavên atomî şand ser Rûsyayê û li esmanê Kalînîngrad hat dîtin.

Medyaya Swêdê ragihand; firokeya Amerîkî ya ji cûreya B-52H ku hilgira kulavên atomî ye li esmanê Kalînîngrad difiriya.

Bombeyên atomî yên ku di firokeyê de bûn, 31.500 kîlogram e. Rojnameya Aftonbladet a Swêdî li ser vê mijarê diyar kiriye: “Manoraya Amerîkayê bo ser Rûsyayê, bersivek bû li ser firîna firokeya Rûsyayê li esmanê Swêdê.”

Li gor zanyariyên rojnamevanên Swêdê, ji destpêka meha Adarê ve çar firokeyên Rûsya yên şer ku ji wan du firoke hilgirên kulavên atomî bûn, li esmanê Swêdê firiyane.