Biden: Serokê Rûsyayê hejmarek şêwirmendên xwe ji kar dûr xistine
"Çend nîşane hene ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji ber dayîna zanyariyên xelet derbarê şerê Ukraynayê de çend şêwirmendên xwe ji kar dûr xistine."
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden eşkere kir; çend nîşane hene ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji ber dayîna zanyariyên xelet derbarê şerê Ukraynayê de çend şêwirmendên xwe ji kar dûr xistine yan li mala xwe hatibin desteserkirin, lê belê belgeyên yekalîker li ser vê mijarê tune ne.
Joe Biden li Koşka Spî di konferanseke çapemeniyê de ragihand; nîşaneyên wê yekê hene ku Vladimir Putin çend şêwirmendên xwe dûr xistine yan li mala xwe hatibin desteserkirin.
Biden destnîşan kir; heta ku belge di bin destê wan de tune bin, li ser vê mijarê zêdetir daxuyanî nade.
Li ser pirsa "Gelo ti nîşaneyek heye derbarê wê yekê de ku Putin hinek hêzên xwe ji Kîevê vekişandine?", Serokê Amerîkayê got: “Niha belgeyên yekalîker li ser vekişîna hêzên Rûsyayê ji Kîevê tune ne.”
Joe Biden eşkere kir; Serokê Rûsyayê hêzên xwe li herêma Donbas tundtir kirine û got: “Ez derbarê Putin de bi guman im. Ez nikarim bibêjim tenê tekezî li Donbasê kiriye. Ez nizanim gelo tenê li Donbasê dimîne û ji beşên din ên Ukraynayê vedikişe an na.”