Li Herêma Kurdistanê kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 19 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û yek kesekî jî bi Koronayê canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 19 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 8 kes li Hewlêrê û 11 kes li Duhokê ne.
Diyar kir jî di nav 24 demjimêran de kesekî li Duhokê canê xwe ji dest daye. Herwiha 40 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 436410 kes
Mirin: 7435 kes
Başbûn: 428229 kes
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.