Rûsya: Me 3 depoyên sotemeniyê û parzûngeheke petrolê li Odessa wêran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “AFP” ragihand, îro Yekşemê li bajarê Odessa yê li başûrê Ukraynayê dengê rêze teqînan hat bihîstin.
Teqîn îro danê sibê li herêma pîşesazî ya bajarê Odessa yê stratejîk rû dan û bi kêmî ve sê stûnên dûmana reş û agir bilind bûn.
Berdevkê Rêveberiya Xwecihî ya Odessa Sergey Prachuk ji kanala giştî ya Ukraynayê re got; yek ji tesîsên binesaziya bajêr hatiye bombebarankirin.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand, wan 3 depoyên sotemeniyê û parzûngeheke petrolê li Odessa bi mûşekan wêran kirine.
Ev yek di demekê de ye, Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ragihand, artêşa Rûsyayê li herêmên derdora Kîevê vekişiyaye û beriya vekişandinê jî bi sedan mayin danîne.