Amerîkayê kuştina welatiyên sivîl li Buchayê şermezar kir

Karvedanên navdewletî li hember dîmenên ku piştî vekişîna artêşa Rûsyayê li deverên nêzîkî Kîevê hatine tomarkirin, berdewam in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Karvedanên navdewletî li hember dîmenên ku piştî vekişîna artêşa Rûsyayê li deverên nêzîkî Kîevê hatine tomarkirin, berdewam in.

Li gor nûçeyeke ajansa AA, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kuştina welatiyên sivîl li bajarê Bucha yê Amerîkayê şermezar kir.

Antony Blinken li ser hesabê xwe yê medyaya cîvakê nivîsand: “Em dirindetiya eşkere ya hêzên Kremlînê ya li bajarê Bucha û temamê Ukraynayê şermezar û riswa dikin.”

Roja 1ê Nîsanê artêşa Ukraynayê bajarê Bucha yê li nêzîkî Kîevê kontrol kirin, piştî vekişîna artêşa Rûsyayê jî, hejmarek vîdeo hatin belavkirin ku tê de avahiyên bajêr wêran bûne û li bajêr 410 termên welatiyên sivîl hatine dîtin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir ku ew ê hemû rê bigrin ber xwe, da ku berpirsên komkujiya welatiyên sivîl bigihin cezayê xwe.